• Lêkolîn

 

Zanîngeha me ku ji roja pêşî de hewl dide ku der barê lêkolînên bûyerên civakî de zanyariya zanistî ya azad hilberîne û her weha li ser vê zemînê polîtîkayên civakî pêşniyaz bike û di pêkanîn û şopandina wê de xwedî rol be. Her weha zanîngeha me daye pêş xwe ku kesên bi wî awayî rake ku li gor pêwistiyên serdema zanyariyê û bi nirxên moral ve perwerdebûyî bin ku bikaribin pêdiviyên ferdî û civakî yên wekî zîhnî, derûnî û maddî pêşwazî bikin. Zanîngeha me wek zanîngeheke lêkolînê, ji bo xwe gihandina armanca xwe ya sereke ya ku bibe “zanîngeheke zanistiyên civakî ku di asta navneteweyî de kifayeta xwe ya akademîkî peyîtandibe û xwedî giramiyê be” bi awayeke lezûbez pêşde diçe.