• "Post-Sekulerîzm û Rola Dîn: Ji bo Diyaloga Xirîstiyanî û Îslamiyan Pêşniyaz"

               

 

Bi beşdariya akademîsyenên ku ji Zanîngeha Exeterê ya Îngîltereyê û Zanîngeha Mofîdê ya Îranê hatin bi navê Post-Sekulerîzm û Rola Dîn: Ji bo Diyaloga Xirîstiyanî û Îslamiyan Pêşniyaz sê roj komxebat hat lidarxistin.

 

Di sê rojên komxebatê de akademîsyenên ku ji Îngîltere, Îran û Turkiyeyê beşdar bûn di warê giştî de rola dîn munaqeşe kirin. Di her sê welatan de jî çavnêriyên ku dê di pêvajoya nûjeniyê de bandor û rola dîn kêm bibe bi cih nehatin û dîn di warê giştî de bêtir karîger bû. Di vê serdema ku bi Post-sekuleriyê tê binavkirin de rolên potansiyelên ku dîn di warê huquq, perwerde, tenduristî, genetîk, rewişt û manewiyatê de dê bibîne nirxandin hatin kirin û mijar digel pêşkêşiyan hat munaqeşekirin.

 

Di warên navborî de li ser mijara pêkve hebûna nirxên dînî û sekuler ên ku di rewşa lêkdanê de tên dîtin hat rawestandin. Di nav vê peywendiyê de, derbarê peywendiya dîn û siyasetê de azmûnên ciyawaz ên nûjeniyê, ku bandora wan li ser çawaniya derbirîna azmûnên ciyawaz ên damezreyî û dîrokî hene di bin ronahiya mînakên Îran, Turkiye û Îngîltereyê hat munaqeşekirin. Bi taybet di mînaka her sê welatan de, lê bi giştî di cîhana Rojava û Îslamê de pêvajoyên sekulerbûnê û polîtîkayên gotarî yên ku hevaltiya van pêvajoyan dikin ji ber ku nêrîna me ya li ser dîn û nûjeniyê diyar dikin, hevbîriyek peyda bû ku di serî de li ser van mijaran şîkariyên rexneyî bên kirin. Hat diyarkirin ku tenê di çarçoveyeke wuha de rola dîn û sekulerbûnê di warê giştî de bi tenduristî dikare bê munaqeşekirin.

 

Akademîsyenên beşdar biryar dan ji bo munaqeşeyên di warê giştî de şêweyên derbirîna dîndariya nû û sekulerbûnê bên kemilandin, her wuku komxebata Mêrdînê li Îngîltere û Îranê jî komxebat bên kirin û ji bilî vê bi riya konferans, sempozyum û weşanan munaqeşe û vedîtin ji bo zanyari û beşdariya raya giştî bê vekirin.

 

                                                                       Serokatiya Fakulteya Zanistên Îlahiyatê