• Xwendekarên Artukluyê ji bo hevalên xwe kermes çê kirin.

Xwendekarên Beşa Aboriyê ya Fakulteya Zanistên Rêveberî û Aboriyê û Beşa Mêjûya Hunerê û Antropolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê yên zanîngeha me di 7-8ê meha Berfenbara 2011an de ji bo piştgirîkirina hevalên xwe di Avahiya Rektoriyê de kermes çê kirin. Personelên zanîngehê ji bo arikariyê bidin kermesê danûsendinê kirin, her weha xwendekarên din jî xwarin û xurekên kermesê kirîn û bi vî awayî arikarî danê.

 

Xwendekarin ku der barê kermesê de hest û ramanên xwe anîn zimên, gotin ku ew vê kermesê bi wê bîrûbaweriyê amade kirine ku hatina ji vê kermesê ew ê ji bo hevalên xwe yên xwedîpêdivî xerc bikin û her çend kêm be jî, ji ber ku ew ê xêra wan jî bigehê vê seferberiya arikariyê ew gelek bextewar in, her weha anîn zimên ku parvekirina derd û pirsgirêkên kesen dinê, hesteke mirovane ya xweş e.

Zanîngeha Mardîn Artukluyê
 
Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyên Bi Gel Re
 
picture

1

picture

2

picture

3

picture

4

picture

5