• Zanîngeha me destê dilovaniyê dirêjî Somaliyê dike

Akademîsyenên Beşa Mîmartiyê ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê berî niha bi wasiteya Weqfa Arikariya Mirovanî (İHH), “ji bo vekirina bîra avê ya li Efrîkayê” ketibûn nav hewldanê. Ev xebat niha gehîşt encamê û “bîra avê” hat vekirin.

 

Erkedarê lêkolînê Abdullah Asim Divleli û Ömer Faruk Günenç, li ser navê Zanîngeha Mardîn Artukluyê ji bo ku tevlî xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Efrîkayê bibin, ketibûn nav hewldanan. Di encamê de hat ragihandin ku wan li Somaliyê li ser navê Zanîngeha me “bîreke avê” vekirine.

 

Ömer Faruk Günenç ku erkedarê lêkolînê ya beşa Mîmartiyê ye, wî agahî da ku, wan li Somaliyê bîreke avê vekiriye. Günenç wiha pêde çû:
“Bi piştgiriya personelên îdarî û akademîkî ya Zanîngeha me, bi vî awayî behra me jî di nav xebatên arikariyê de çêbû. Biraderên me yên Efrîkî birastî jî di nav tunebûniyeke mezin de tî û birçî dijîn. Bi arîkariya İHHê me jî li Somaliyê bîra xwe ya avê ya pêşî vekir.”

 

Günenç got: “ew ê xebatên me yên ji bo vekirina bîrên avê her berdewam bin, lewre niha pêwîstiya wan ê acil ji bo vê ye. Em vê yekê wek erkeke mirovanî ya li ser milên xwe dibînin. Bi vê minasebetê ez sipasiyên xwe pêşkeş dikim ji bo wan hevalan ku kedeke wan ê mezin çêbû. Xwedê xêra wan qebûl bike.”

 

Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyên Bi Gel Re

 

picture

1

picture

2

picture

3

picture

4